DYA Tirkiye li ser kirîna çekên Rûsya hişyar kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di her fersendê de hêrsbûna xwe ya ji nêzbûna Tirkiye bo Rûsya tîne ziman.
Ev yek di serdana dawî ya Serokomarê Tirkiye Erdogan ya ji bo Rûsyayê de jî derket.
Bertekên li dijî gotinên Erdogan yên li ser xurtkirina têkliyên sîstema parastinê ya bi Rûsya re Waşîngton bihêrs kirye.
Wezareta Karên Derve ya DYA, Tirkiye hişyar kir ku ger ji Rûsya zêdetir çekan bikire, ew ê têkiliyên dualî bixe xeteriyê.

Enqere ji ber polîtîkayên binkeftî yên Serokomarê Tirkiye Erdogan, di navbera Waşîngton û Moskowê de maye.

Ji bo razîkirina Moskowa, Erdogan peymana çekan bi Rûsya re îmze dike.

Li hemberî vê ji bo razîkirina Waşîngton jî stuyê xwe ditewîne.

Lê bi zêdebûna nakokiyên navbera aliyan re, êdî Erdogan ji ber deriyekê xwe di avêje yê din.

Serokomarê Tirkiye herî dawî di hevdîtina xwe ya li gel Serok Dewletê Rûsya Vladimir Putin de, anî ziman ku ew ê ji peymana S-400’an venegerin.

Her wiha ew ê di warê sîstema parastinê de hevkariya xwe ya li gel Moskowa zêde bikin.

Piştî van peyamên Enqere ji Waşîngtonê re, ji DYA bertek derket.

Cîgira Wezîrê Karên Derve yê DYA Wendy Sherman li ser pirsa rojnamegeran a li ser hevdîtina Erdogan û Putin wiha got:

“Me di her astê û firsendê de ji Tirkiyê xwest ku pergala S-400 nehêle û ji kirîna zêdetir alavên leşkerî yên Rûs dûr bisekine.

Ger ev yek dewam bike, ew ê encamên çawa bixwere bîne em ê ji Tirkiye re bêjin.

S-400 sîstemeke bi ya NATO re naguncên û bi hevre nayên xebitîn.

Erdoganê ji Waşîgnton, ti hêviyên xwe bidest nexistî di vegerêde yekser berê xwe dabû Moskow.

29’ê Îlonê Erdogan li Soçî bi Putîn re civiya bû.

Erdogan di daxuyaniyên xwe yên piştî vegera ji DYA li wê yekê mikur hatibû ku têkliyên wan yên bi rêveberiya Joe Biden re nebaşin.

Her wiha gotibû, Waşîngton yan wê balefirên F-35’ên şer yan jî wê 1 milyar û 400 milyon dolarî bide wan.

Back to top button