“Meclisa Îslamî ya Sûriyeyî di destê çeteyan de bûye amûr”

Kongreya Îslama Demokratîk der barê çûyîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya hecê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kongreya Îslama Demokratîk ji çend salan ve hewl didin ku bawermendên ku hec li wan dikeve bi koordîneya Erebistana Siûdî bişînin hecê.

Lê belê ji ber tunebûna têkiliyên siyasî di navbera Erebistana Siûdî û hikumeta Sûriyê de ew yek pêk nehat.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Ji ber wê jî tu rê li pêşiya gelê Sûriyê ji bilî rêya opozîsyona Sûriyê derkevin neman.

Desteya weqfan a opozîsyonê jî li dijî gelên herêmê û Kurdan bi taybetî fetwe derdixistin, ku wan Kurd wek kafir nîşan da û talankirina mal û milkên wan helal kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku bila her kes bizane ku Kongreya Îslama Demokratîk tu carî ji kiryarên hovane re yên ku hêzên Îslamî li gor fetwayên Meclisa Îslama Sûriyeyî pêk tînin, nabe sîwan.

Back to top button