SELMAN BARUDO: VÊ MEHÊ XEBATÊN KOMKIRINA ALÎKARIYAN JI BO COTKARÊN ZERE DÎTINE BI DAWÎ DIBIN

Desteya Aborî û Çandiniyê diyar kir ku karê komîteyên têkildarî komkirina alîkariyên madî ji bo dabînkirina kesên ku zirar ji ber şewatan dîtine wê dawiya mehê bi dawî bibe.

Mewsima zivistanê yên genim û ceh a îsal ji ber şewatên ku rû dane gelek zirar dîtin.

Li gorî komîteyên têkildar 435 hezar û 500 donim zevî şewitîne.

Heyva Sor a Kurd bi hevkarî û koordîneya yekîtiyên cotkaran û komeleyên çandiniyê alîkariyên madî kom kir.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barudo ji Ronahî TV re diyar kir ku xebatên komkirina alîkariyên madî ji bo cotkaran wê dawiya vê mehê bi dawî bibe..

Selman Barudo destnîşan kir ku ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser hinek aliyên din jî destek dane û alîkariyan kom dikin.

Barudo diyar kir ku dawiya mehê piştî bidawîkirina xebatan wê daxuyaniyekê çapemeniyê were dayîn û piştre dest bi belavkirina alîkariyan bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button