QSD’ê li Dêrazorê di operasiyonekî de serçeteyekî DAIŞ’ê kuşt.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên SÛRIYA DEMOKRATÎK (QSD) têkildarî operasyonê daxuyaniyek da.
Hatin ragihaninê ku di çarçoveya xebatên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi piştgiriya hewayî ji aliyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve, operasyon li dar xist.
Têkîldarî operasyonê ev tişt hate gotin:
“7’ê Çile, operasyonek li gundê El Cerzî yê Dêrazorê li dijî serçeteyekî DAIŞ’ê hate lidarxistin.
Hêzên me bi ser cihê serçeteyê bi navê Mihemed Etiye yê bi navê Ebî Mehmûd tê naskirin de girt.
Tevî bangewaziyên hêzên me jî wî gule avêtin hêzên me.
Di encamê de şer derket û ew kes hate kuştin.”
Li gor navendê, destê wî serçeteyî di hedefgirtina endamên hêzên ewlehiyê, leşkerî û karmendên saziyên sivîl ên Meclisa Sivîl a Dêrazorê de hene.
Hate ragihandinê ku di operasyonê de çek û cebilxaneya pê re hatin desteserkirin.



