Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa xwe ya 3. lidarxist

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşmeya “Partiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye,Sûriye me dike yek” 3’emîn konferansa xwe li darxist.
Di konferansê de mecliseke nû ji 27 endaman hat avakirin.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Hesekê bi beşdariya 250 nûnerên Rêveberiya Xweseriya 3’yemîn konfransa xwe li darxist.

Konfrans bi dirûşmeya “Partiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne,Sûriye me dike yek” pêk hat.

Hevseroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Hesekê Evîn Mihemed di konferansê de axivî û qala êrişên li dijî herêmê kir.

Evîn Mihemed got :

“Ji ber ku dewleta Tirkiyê nikarîbû îradeya me têk bibe êrişî binesaziya herêmê kir da ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Lê divê dagirker bizanibe ku wê ev hewildanên wan bi ser nekevin.”

Mecliseke nû ya partiya sûriya pêşerojê hat avakirin

Di konferansê de mecliseke nû ji 27 endaman hat hilbijartin.

Her wiha Munîr Ehmed wek cîgirê seroketiya meclisê hat hilbijartin.

Partiya Sûriya Pêşeroj: Divê pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog bê çareserkirn

Di dawiya Konferasê de ji bo çareseriya pirskirêka Sûriyê ev bang hate kirin:

“Ji bo ku aloziya Sûriyê bê çareserkirin divê yekrêziya tevahî gelên Sûriyeyê hebe.

Divê doza Kurdî bi rêya diyalogê û beşdariya hemû hêzên siyasî bê çareserkirin.”

Back to top button