Çalakiya şêniyên taxa Newrozê ya Kerkûkê, a li dijî hewildanên artêşa Iraqê dewam dike.
Şêniyên taxê, serdana Nûnertiya Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) kirin û gotin:
“Me ji wan re rewşa heyî ragihand û wan soz dan ku wê pirskirêkê çareser bikin.”
Her wiha şêniyan bang li partiyên Kurdistanî jî kirin ku li çalakiya wan xwedî derkevin.
Artêşa Iraqê 7 rojin ketiye nav taxa Newroz ya Kerkûkê û dixwazin taxê ji Kurdan vale bikin.
Artêşa Iraqê hewil dide ku li şûna şêniyên Kurd, malbatên Erebên biyanî werin bicih kirin.
Hê jî leşkeran malên li taxê yên dagirkiriye vala nekirine.
Li beramberî van hewldana Iraqê, xelkê taxê kon vedaye û li ber xwe didin.
Şêniyên taxa Newroz bi nûnertiya UNAMI re civiyan
Şêniyên taxa Newrozê ya Kerkûkê li ser mijarê bi Nûnertiya Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) civiyan.
Piştî civînê şêniyên taxa Newrozê daxuyaniyeke çapeymeniyê da.
Şêniyên taxa Newroz: Ji mere soz dan ku wê pirskirêkê çareser bikin
Şêniyan ragihandin ku Nûnertiya Komîsyonê soz daye bi pirsgirêka wan re eleqedar bibe û gotin:
“Ji mere soz dan ku wê pirskirêkê çareser bikin.
Me jî ji wan re got divê zextê li rayedarên Iraqê bikin, da ku van kiryarên xwe bi dawî bikin.”
Şêniyên taxa Newroz: Divê partiyên Kurdistanî bikevin tevgerê
Şêniyan diyar kirin ku heta pirsgirêka wan neyê çareserkirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Her wiha bang li partiyên Kurdistanî hate kirin ku destwerdanî mijarê bikin û rênedin ku taxê ji Kurdan vala bikin.



