AHMET TURK: NEHEQÎ DI ASTA HERÎ BILIND DE YE

Li dijî darbeya siyasî ya li Bakurê Kurdistanê bertek û nerazîbûn derketin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û got, “Em di demeke wiha de ne ku hiqûq nîne û neheqî di asta herî jor de ye.” Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî ku ji peywira xwe hat dûrxistin diyar kir ku bûyera ku îro rû daye desteserkirina li dijî vîna gel e.

 

Hikumeta AKP’ê vê sibehê şaredariya bajarê mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê desteser kirin u hevşaredarên her sê şaredariyan jî ji kar dûr xistin.

Siyastemedar Ahmet Turk di hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de bi rêjeya 56 ji sedî yê dengan bi ser ket û bû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê.

Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û diyar kir, ya ku hatiye kirin aqil qebûl nake û got,

“Em di demeke wiha de ne ku hiqûq nîne û neheqî di asta herî jor de ye.

Îradeya gel nas nakin û navê demokrasiyê li vê dikin. Her tişt eşkere ye.”

Ahmet Turk diyar kir ku tayînkirina qeyûm nîşan dide ku siyaseta li Tirkiyeyê antî demokratîk e û wiha bi dawî kir:

“Ya ku hatiye kirin bêhiqûqî û bêqanûnî ye.”

MIZRAKLI: VÎNA GEL HAT BINPÊKIRIN

Her wiha Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ku ji aliyê Wezareta Karê Hundirîn ve ji peywirê hat derxistin û li şûna wî qeyyûm hate peywirdakirin bertek nîşan da .

Mizrakli diyar kir ku derbarê dûrxistina ji peywirê tu belge ji wî re nehatiye şandin û got:

“Ev rewş li dijî hiqûqê ye. Em dibînin ku civak di warê demokrasî û nirxnên hiqûqê de derbasê qonaxeke din bûye.

Ev helwest ne di Destûra Bingehîn de heye û ne jî xwe dispêre qanûnên hilbijartinan”.

Mizrakli diyar kir ku wî belgeya ji kar dûrxistinê îmze nekir û got:

“Wê bibe tiştekî bêrûmet ku ez li ser navê gelê ku ev îrade daye min, vê belgeyê îmze bikin.

Ev ji bo siyaseta Tirkiye û nirxên demokrasiyê erdhej e.

Em ê li hemberî van tiştan di çarçoveya hiqûqê de nerazîbûna xwe bidomînin.”

Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli di dawiyê de ev bang kir:

“Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn, Vê helwesta li ser şaredariyên HDP’ê divê mirov wekî helwesta li dijî mûxalefeta demokratîk bibîne. “

Leave a Reply

Back to top button