Li Çînê hejmara qurbaniyên erdhejê gihişt 148 kesan

Li Çînê, di erdheja herî giran a deh salên dawî de ku roja 18’ê Kanûnê qewimî, hejmara qurbaniyan gihişt 148 kesan.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Xînhûayê, di erdhejê de ku bi hezar 300 kîlometreyî li başûr-rojavayê paytext Pekînê rû da.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) erdhej bi 5.9 pile bû.

Li eyaleta Gansûyê herî kêm 117 kes, li eyaleta Qînghaiyê jî 31 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku nêzî hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî saziya weşanê ya dewletê CCTV li herdu eyaletan 139 hezar kes ji ber serma û seqemê li stargehên rewşa lezgîn hatin bicihkirin.

Li Qînghaiyê lêgerîna li qurbaniyên di binê xirbeyan de mane dewam dike.

Li Çînê bi rêk û pêk erdhej pêk tên, ku hin ji wan giran e.

Rayedarên Çînê her wiha hişyarî dan ku rojên bê dibe ku zêdeyî 5 erdhejên mezin rû bidin.

Di sala 2008’an de li eyaleta Sîchûanê di encama erdhejê de 5 hezar û 335 jê zarokên dibistanê zêdeyî 87 hezar kes mirin an jî winda bûn.

Mexdûrên erdheja li Çînê di nav serma û seqemê de ne

Back to top button