Di navbera Amerîka û Venezuelayê de pevguhertina girtiyan

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Venezûelayê peymanek ji bo berdana girtiyan kirin.
Li gor peymanê Venezuela 21 kesê ku 8 ji wan hemwelatiyên Amerîkayê ne serbest berdan.
Her wiha Muxalefeta Venezuelayê îdia dike ku di girtîgehan de 290 girtiyên siyasî hene.

Di navbera Amerîka û Venezûlayê de pevguhertina girtiyan hat kirin.

Li gorî agahiyên çapemeniya neteweyî Venezuela 21 kesê ku 8 ji wan hemwelatiyên Amerîkayê ne serbest berdan.

Hat destnîşankirin ku di nav kesên hatin berdan de hemwelatiyên Amerîkayê Luke Alexander Denman û Airan Berry jî hene.

Ew kesên navborî ku bi sûcdariya “hewldana derbeyê ya têkçûyî” ya li dijî hikûmeta Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro hatin sûcdarkirin û 20 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

Muxalefeta Venezuelayê îdia dike ku di girtîgehan de 290 girtiyên siyasî hene.

Li gor peymana di navbera Amerîka û Venezuelayê de duh 10 welatiyên Amerîkî û karsazê Venezuelayî Alex Saab hatin berdan.

Venezuela 21 kesên girtî serbest berda

Maduro li Qesra Serokomariyê Mirafloresê Saab û malbata wî kir mêvan.

Li Amerîkayê der barê karsazê Venezuelayî Saab de bi sûcdariya gendeliyê doz hat vekirin.

Li aliyê din Saab hemû sûcdariyên li ser xwe red kir.

Rêveberiya Amerîkayê demek dirêj ragihandibû ku ew rewabûna rêveberiya Maduro nas nakin û ew muxalefetê Juan Guaido nas dikin.

Têkiliyên di navbera her du welatan de di hefteyên dawî de nermbûnek çêbû

û Maduro soz da ku di sala 2024’an de li welatê xwe hilbijartinên serbixwe li dar bixe.

Back to top button