Başaran: Tirkiye ji bo DAIŞ derbas bibe sînorê xwe vekir

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran Di kongra 3’emîn ya Qoserê de axivî û diyar kir ku AKP’ê naxwaze li Rojava aştî pêş bikeve û got:
“Ji bo ku DAIŞ di sînor re derbas bibin deriyê xwe vekirin.”

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran anî ziman ku Kurd ji bo li ser axa xwe azad bijîn hezar sal in têkoşîna jiyana azad didin û got:

“Dixwazin mafê Kurdan ji destê kurdan bigirin.

Dixwazin Kurdan bê heq û hiqûq bihêlin.

Dixwazin bi destê AKP û MHP’ê Kurdan tune bikin ; dixwazin ziman, çand û nasnameya Kurdan bidin ji bîrkirin.

Li Rojava armanca wan ne avakirina aştiyê ye.

Dema DAİŞ’ê li ser sînor mirov qetil dikirin tu pirsgirêka wan û dewletê bi hevre tune bû.

Ji bo DAÎŞ derbas bibe deriyê sînorên xwe vekirin.

Piştî gelê Rojava û Gelê Sûriyeyê li diji DAIŞ berxwedanek dîrokî dan, Tirkiye ev yek qebûl nekir û dîsa êrîş kir.

Bi çeteyên xwe êrîş kirin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê êdî em yek bin û dem dema yekîtiyê ye.”

Leave a Reply

Back to top button