Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê, Serê Kaniyê dagir kirin êdî liv û tevgera çeteyan û kirinên wan ên hovane eşkere dibin.
Li gundê El-Sefih ê girêdayî bajarê Serê Kaniyê tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hebû, di heman demê de şervanên QSD`ê li gundê Kesra jî du çete girtin.
Li gundê El-Sefih ê girêdayî bajarê Serêkaniyê îro saet di 03:00 de, tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hebû.
Her wiha li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, balafirên kefşê yên artêşa Tirk a dagirker digeriyan.
Di heman demê de, şervanên QSD`ê 2 çeteyên Tirk li gundê Kesra yê di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê de girtin.