HAT: fermandar Tolhildan şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Antî-Teror (HAT) bi daxuyaniyek nivîsîk nasnameya fermandarekî xwe yê di berxwedana rûmetê de şehîd ketibû eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Antî-Teror ragihand ku fermandar Tolhildan Zagros li Girê Spî di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû.

HAT sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku ewê şopdarê rêya têkoşînê ya şehîdan bin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Egîd Mehmûd bi nasnav Tolhildan Zagros, li Qamişlo ji dayik bûye, 20’ê Cotmeha 2019’an li Girê Spî şehîd bû.

EGÎD MEHMÛD
QAMIŞLO -TOLHILDAN ZAGROS
20 COTMEH 2019 – GIRÊ SPÎ

Leave a Reply

Back to top button