Trump: Şervanên Kurd ji bo operasyona kuştina El-bexdadî agahiyên îstîxbararî dan me

Piştî 6 sal ji derketina wî, serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî vê sibê di encama operasyoneke hevbeş a yekîneyên QSD’ê û hêzên Emerîkayê hat kuştin.
Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî nûçeya kuştina Bexdadî bi raya giştî re par ve kir.
Serokê Emerîkayê Turmp jî piştrast kir ku kuştina Bexdadî di encama parvekirina agahiyên îstîxbaratî ya şervanên Kurd de pêk hatiye.

Emîrê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî bi oparasyoneke taybet ya yekîneyên QSD’ê û hêzên Emerîkî li gundê Barîşa yê Idlibê ku nêzî baregeha dewleta Tirk e, hate kuştin.

Mizgîniya despêkê ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî hat.

Pişt re jî di saet 16:00’an de Serokê Emerîka Donald Trump derket pêşberî kamereyan û ev agahî piştrast kir.

Trump spasiya QSD’ê kir û eşkere kir ku şervanên Kurd bi hêzên Amerîkayê re hevkar bû û zanyariyên îstîxbaratî ên girêdayî El-Bexdadî dane wan.

Trump dazanîn ku hejmarek çeteyên bi El-Bexdadî re teslîm bûn û niha girtî ne.

Serokê Emerîka diyar kir ku Bexdadî bi bomberyên li ser xwe teqandiye û 3 zarokên wî jî pêre mirine.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî li ser twîtterê got:

“Vê operasyona serkeftî bi xebata hevpar a ligel DYA pêk hat.

Piştî îstîxbarateke 5 mehan, terorîst Ebû Bekir Bexdadî hate kuştin.

Leave a Reply

Back to top button