Şîrovekarê Siyasî Felah Meşeel: Erdogan dixwaze binketina xwe veşêre

Li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa başûrê kurdistanê gelek bertek derdikevin. Rewşenbîr û siyasetmedarên Îraq û başûrê Kurdistanê bang dikin, divê êriş bên rawestandin.

Berpirsên Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker bertek nîşan dan.

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Felah Mişeel derbarê êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê de axivî..

Felah Mişeel diyarkir ku ji ber rewşa navxweyî ya desthilata Tirk xirabe, êrişî herêmê dike û hewl dide binkeftina xwe veşêre.

Cebar Yaver: Tirkiye û Iran li ser axa Iraqê sûcê şer dikin

Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyên Hikumeta Başûrê Kurdistanê Cebar Yawer jî derbarê êrişên dewleta Tirk de axivî û got:

“Tirkiye û Îran li ser xaka Iraqê sûcên şer dikin. Li van welatan pirsgirêka Kurd heye û divê bi diyalogê bê çareserkirin”

Rewşenbîrên Helebce: Divê partiyên Kurdan bibin yek

Berpirsê Ofîsa Tevgera Goran ya bajarê Helebce Nizar Mehmud jî got: “Aramî bi bi me Kurdan ve girêdayî ye . dagirkeriya Tirk naxwaze partî û hêzên kurd hebin.”

Mamostayê Zanîngeha Helebce Usame Eşref jî derbarê heman mijarê de axivî û got:

“Başûrê Kurdistan çiqas bihêz be, pêşbikeve, piştgireke ji bo parçên din ên Kurdistanê.

Hemû parçeyên Kurdistanê hêza xwe ji hev digrin.

Lê bêdengiya Başûr a li beramberî dagirkeriya ku li ser xaka wê tê meşandin, karesate.

Divê êdî dev li vê bêdengiya xwe berdin.”

Back to top button