KJK: Dewleta Tirk amedekariya planeke nû ya dagirkeriyê dike

Ev demeke li Qendîlê liv û tevgereke leşkerî ya PDK û dewleta Tirk heye. Di heman demê de Wargeha Mexmûr hate bombarduman kirin. KJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê vîrûsa coronayê wek firsend dibîne û planeke nû ya êriş û dagirkeriyê dike. KJK’ê bang aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku divê helwesta xwe nîşanbidin û neyên lîstika dewleta Tirk.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrişa li ser Mexmûrê û tevgera li herêma Qendîlê daxuyaniyeke nivîskî da.

KJK’ê despêkê şehîdên Wargeha Mexmûrê bi bîranî û wiha got:

PDK hêza xwe ya leşkerî li Zînî û Wertê bi cih dike û di heman wextê de dewleta Tirk a dagirker jî Wargeha Mexmûrê bombebaran dike.

Ev yek ne tesadûf e.

Eşkereya dewleta Tirk pey planek din a dagirkeriyê ye û vîrûsa coronayê ji bo armancên xwe dixwaze bi kar bîne. ”

KJK: Daxuyaniya wezareta Pêşmergeyan ne rast e

KJK’ê îşaret bi daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan ya ku “Me ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa corona hêz şandine Zînê û Wertê” û anî ziman ku ev yek ji bo veşartina rastiya ne.

KJK: Hin alî rewşa vîrûsa Corona ji bo xwe wek firsend bikar tînin

Bi vê sewqiyatê re rîska şerê di navbera partiyên siyasî yên Kurd de zêde bû û ev der tên bomberd-ûmankirin.

Diyare hin alî rewşa vîrûsa corona ji bo xwe wek firsend bikar tînin.

KJK’ê destnîşan kir ku zêdebûna sewqiyeta leşkerî ya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistan û bi cih bûna PDK ya li devera YNK nîşaneyeke şerek navbera hêzên Kurdiye.

Ji ber vê jî divê were dîtin ku dewleta Tirk, dixwaze hin hêzên Kurdî bike parçeyek ji vê plana xwe.

KJK: Divê aliyên siyasî yên başûr helwesta xwe nîşan bikin

Koordînasyona KJK’ê bang aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî van planan helwesta xwe nîşan bikin û nebin perçeyek vê plana xeternak.

Herwiha KJK’ê êrîş û ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê şermezarkir û diyarkir ku ev yek nîşaneya qelsiyê ye.

Back to top button