Malbatên girtiyan ku ji rewşa xizmên xwe bi fikar in jî, banga berdana girtiyan kirin.
Tevî van rewşan jî Qanûna înfazê ya nû hat qebûlkirin û piştî hat qebûlkirin girtiyên edî hêdî hêdî tên berdan.
Lê belê ji ber ku girtiyên siyasî, akademîsyen, hiqûqnas û rjnamevan daxilî nav vê qanûnê nehatine kirin bertek û nerazîbûnên ji bo vê qanûnê jî didomin.
Meryem Tûncel, dayika Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel, got:
“Divê em xwedî li girtiyên siyasî derkevin û helwesta hikûmetê bê teşhîrkirin.
Ji ber Covîd-19’yê fikarên me zêde bûne.
Zarokên min di nav çar dîwaran de bêçare hatine hiştin, ber bi mirinê ve tên şandin. Ev yek min ditirsîne.”