50 Ciwanên Rojava tevlî nava refên gerîla bûn

Hêrsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirkerî û xiyanetê zêde dibe. 50 ciwanên Rojava li ser banga serferberiyê ya ku tevgera ciwana ragihandibû, tevlî nava refên gerîla bûn. Li bajarên Hesekê, Kobanê û Reqayê jî li dijî êrişan û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla çalakî hatin lidarxistin.

Li dijî êrişên dagirkerî yên li ser Başûrê Kurdistanê û gerîla hêrsa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.

Ciwanên şoreşger li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser başûr banga seferberiyê kiribûn.

Li ser vê bangê 50 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bersiva banga Komalên Ciwan dan û tev li nava refên gerîla bûn.

Ciwanan bang li hemû ciwanên Kurditanê kir ku tevlê şerê serkeftinê bibin.

Li bajarokê Tiwênê ya Hesekê ji bo piştgiriya gerîla şahiyek hate lidarxistin

Li bajarê Hesekê, ji bo piştgiriya berxwedana gerîla, Komîteya Çand û Hunerê a bajarê Hesekê şahiyek li bajarê Tiwêne li dar xist.

Di şahiyê de li ser navê Komîteya Çand û Hunerê û meclis a bajarokê Tiwênê axaftin hatin kirin û hate gotin dagirker nikarin bi van êrişan vîna gel û berxwedaniya gerîla bişkînin.

Di şahîyê de stranên şoreşgerî hatin gotoin û helbest hatin xwendin.

Birîndarên şer û şêniyên Reqayê li dijî êrişan daketin kolanan

Li Reqayê jî , birîndarên şer ên Reqa û Tebqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî û şêniyên Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî gerîla daketin qadan.

Meş li navenda bajêr dest pê bû û li çerxeriya Panorama veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de fermandarê Meclisa Reqa ya Leşkerî Feysel Salim û rûspiyê êla El Beriyc Hisên El-Berces axivîn.

Di axaftinan de hate gotin armanc ji van êrişan têkbirina projeya neteweya demokratîk e, her wiha soza piştgiriya berxwedana gerîla û hêzên parastin hate dayîn.

Çalakiya konvedanê li Kobanê di Roja duyem de bi dawî bû

Li Kobanê jî, çalakiya konvedanê ya ji bo piştgirya berxwedana gerîla ku ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan hate rêxistinkirin, di roja duyem de bi dawî bû.

Şêniyên navçeya Çelebî, Sirîn, Şêran û Qinê, tevî endamên saziyên sivîl û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger serdana konê çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan, PYD û Kongra Star axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de ji bo piştgriya berxwedana gerîla û parastina şoreşa Kurdistanê banga serferberiyê hate kirin.

Back to top button