Li Amedê 22 jin hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Li Amedê, di serdegirtina Komeleya Jinan a Rosa û gelek malan de, dayîkên aştiyê û nûnerên partiyên siyasî jî di nav 22 jin hatin binçavkirin.
Komeleya Jinê ya Rosa û TJA bi daxuyaniyên cuda nerazîbûn nîşanî operasyona qirkirina siyasî da û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê a Tirk, bi îdîaya “Di bin navê xebata qanûnî de, cihê xwe di xebata jinan a rêxistinê de girtin, hevdîtinên rêxistinî kirin, meş û civîn li darvxistin” derbarê 33 jinan de biryara binçavkirinê da.

Bi biryara serdozgeriyê polîsan di saetên sibê de, bi ser Komeleya Jinan a Rosa ya li navçeya Peyasê ya Amedê û gelek deverên din de girtin.

Piştî lêgerînê 22 jin hatin binçav kirin.

“Em ê karên xwe yên ji bo azadî, wekhevî, aştî û edaletê venegerin”

Komeleya Jinê ya Rosa bi daxuyaniyekê operasyona binçavkirinê şermezar kir.

Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya axivî û destnîşan kir ku Komeleya Jinê ya Rosa ji bo azadiyê têdikoşe û got;

“Çawa ku tundiya bi rêk û pêk a li nava civakê ya li dijî jinê polîtîkayeke dewletê ye, êrişên li dijî têkoşîna jinê jî tundiyeke dewletê ye.

Ev hêrsa me wê me hîn bêhtir bi rêxistin bike, wê bike ku em gavên hîn bi xurtî biavêjin.

Em ê ji gotin û karên xwe yên ji bo azadî, wekhevî, aştî û edaletê ve-negerin.”

TJA: Em ê li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyekê binçavkirin şermezar kirin.

Daxuyaniya ji aliyê parlementera HDP’ê Semra Guzel ve hatî dayîn ve wiha hate gotin;

“Em tu carî ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya jinê paş gav navêjin. Em ê di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Back to top button