Li dijî van êrişên qirker Hêzên Rizgariya Efrînê bi xurtî li dagirkeriyê û çeteyên wê dixe.
Di vê çarçoveyê de HRE li navçeya Şêrewa a dagirkirî çalakiyek bersivdayînê pêk anî.
Şervan ketin baregeha çeteyan, 4 ji wan kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Têkildarî çalakiyê Hêzên Rizgariya Efrînê HRE daxuyaniyek weşand.
HRE di serîde êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li dijî herêmê bibîrxist û got:
Li hember van êrişan çalakiyên me yên bersivdayinê dewam dikin.
HRE: 4 Çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
Di vê çarçoveyê de HRE ragihand ku wan li dijî baregehek wan çalakiyek li dar xistine û ev agahî dan:
Di roja 7ê Îlonê de, di navbera gundên Kîmarê û Beradê ya navçeya Şêrawa li hember baregehek çeteyên dagirker, ji aliyê hêzên me ve çalakiyek serdagirtinê hat lidar xistin.
Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
2 çeper, 1 mange, kamerayek mobese û motorsîkletek çeteyan jî hatin ruxandin.
Her wiha gelek cebilxaneya dagirkeran jî hatin bidestxistin.