Hêzên Asayîş li Dêra Zorê operasyonek pêk anîn, çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞ’ê ku plan dikir êrîşî Girtîgeha Sînaa ya Li Hesekê bikin pêk anîn.
Di encamê de çeteyek hate kuştin, yek jî birîndar bû.

Fermandariya giştî ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaiyekê ragihad ku agahî ji wan re hatin ku şaneyeke razayî ya Daiş’ê li Dêra Zorê plan dike êrîşî girtîgeha Sîna ya li Hesekê ku girtiyên DAIŞ’î tê de ne bike..

Hêzên Antî Terorê-HAT’ê ya herêma Cizîrê û bi piştgiriya Koalîsyona Navnetweyî piştî lêkolîn û diyarkirina cihê şaneyê operasyonek li herêma Dêra Zorê pêk anîn.

Fermandariyê diyar kir ku di encama şerê di navbera hêzên wan û terorîstan de, çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniyê, 4 çete hatin girtin û hejmarek mezin ji çek û alavên wan hatin desteserkirin.

Back to top button