Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan, ya ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 33’yan de didome.
Îro jî şêniyên bajarê Girkê Legê û endamên saziyên Edaleta Civakî yên herêma Cizîrê tevlî çalakiyê bûn.
Çalakgeran bang li PDK’ê û saziyên hiqûqî hat kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.
Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan a li Deriya Sêmalka ji bo wergirtina cenazeya zarokên xwe ên li ser destê PDK’ê hatine şehîdxistin didome.
Malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe Şehîd Tolhildan û Şehîd Serdem, bi piştgiriya gelê herêmê, çalakiya xwe di roja 33’yan de dewam dikin.
Şêniyên bajarê Girkê Lekê û Çil Axa , li gel endamên Saziyên Edaleta Civakî îro berê xwe dane Sêmalka û tevlî çalakiyê bûn.
Meclisên navçeyên Girkê legê û Çil Axa di çalakiyê de daxuyaniyek dan û gef û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.
Her wiha bang li civaka navnetewyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku sûc û êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê rawestînin.
Meclisê bang li aliyên siyasî û gelê li Başûrê Kurdistanê jî kir ku zextê li ser PDK’ê bikin da ku cenzayên şehîdan radestî malbatên wan bikin.
Saziyên Edaleta Civakî jî li pêşiya Dergeha Sêmlaka daxuyaniyek da û daxwaz kir ku komîteyeke navneteweyî were avakirin da ku lêpirsînê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk de bidin destpêkirin.
Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û Yekîtîya Ewropa hat kirin ku bikaranîna çekên kîmyawî ji hêla Dewleta Tirk ve rawestînin.
Meclisê di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.