Sûad Mistefa: Heta ku em PDK cenazeyan radest neke em ê çalakiyê bidomînin

Dayîka şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa ku ew jî di çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê de cih digre diyar kir, ew ê li vir bin heta cenazeyê şehîdên xwe werdigrin. Sûad Mistefa got: Werin em bin yek û li dijî îxanetê wedî li rûmeta Kurdistanê derkevin.

Ji 5’ê Cotmehê ve malbatên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûn, li dergeha Sêmalkayê ne.

Çalakiya konvedanê roja 33’an de didome.

Dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa, ku ew jî di nava çalakiya dayîkan de cih digre balkişand li ser xiyaneta PDK’ê û got;

“Tenê dewleta Tirk, ji îxaneta Mala Barzanî kêfxweş e. PDK bi kirinên xwe cesaret dide dijmin.Yek Kurdistan heye û em yek in, ji bo wê kes nikare me ji doza me bide paş. ”

Sûad Mistefa anî ziman heta ew cenazayên zarokên xwe nestînin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta Tirk Kurdan bi hev dide şerkirin, ruxmî PDK’ê vê dizane jî dîsa gerîla şehîd kirin.

Dayîka Hevrîn Xelef Sûad Mistefa axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir.

Bese êdî ji dagirkerî û tecrîdê re, werin em bibin yek û xwedî li ax, gerîla û şehîdên xwe derkevin.

Banga min ji tevahî dayîkanên Gerîla û pêşmeregeyan re li dijî îxanetê xwedî li rûmeta Kurdistanê derkevin.

Em amade ne heta serkeftinê hîn zêdetir li ber xwe bidin.

Back to top button