Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Ferîda Îbo derbarî revandina mirovan axivî û got:”Dewleta Tirk bi revandina jinan dixwaze sîxurên xwe di nava koçberên Efrînê de ava bike.”
Dewleta Tirk a dagirker ku kiryarên xwe li dijî gelê Kurd li her derê dide meşandin serî li revandin, Kuştin, îşkencekirin û destdirêjiyê dide.
Asta kiryaran sûcên şer derbas kiriye û bêdengiya dewletan jî hevkariya van kiryaran nîşan dide.
Beriya 3 mehan îstîxbaratên dewleta Tirk a dagirker jineke Efrînî ya bi navê Dîcle Bekir tevli 4 zarokên wê li bajarê Stenbolê, revandin û tu agahî ji wan tune ye.
Piştî demekê komek çete bi hevjînê Dîcle re dikevin nava têkiliyê û daxwaz dikin ku birayê Dîcle bi wan re bibe alîkar û karê sîxuriyê bike.
Jê re dibêjin ku ger birayê Dîcle yê ku li kantona Şehbayê dimîne, sîxuriye qebûl neke wê çarenûsa Dîcle û zarokan nebaş be.
Der barê kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Ferîda Îbo nirxandin kir.
Ferîde Îbo: Dewleta Tirk dixwaze bi revandinê mirovan bike sîxur
Ferîde Îbo bal kişand li ser rêbazên şerê taybet ê dewleta Tirk li ser gel dimeşîne û dixwaze bi vê awayê sîxuran ava bike.
Ferîda behsa revandina Dîcle Bekir kir û diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk tu sînoran nas nakin û da zanîn ku hewl dide bi riya malbatên kesên koçber sîxuriyê bidomîne.
Di dawiyê de Ferîda Îbo bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta tirk a dagirker bikin û bi erkên xwe yên mirov rabin.