Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Rojava li Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên ser Şengalê şermezarkirin.
Di daxuyaniyê hate gotin: “Bi sedsalan e civaka Êzidî rastî komkujiyan hatiye.
Êrişên li ser Şengalê jî têne kirin bi armanca koçberkirina Êzidiyan e û tunekirina şaristaniya wan e.”
Di dawiya daxuyaniyê de li dijî êrişan banga yekîtiyê li Kurd û Civaka Êzidî hate kirin.
Her wiha bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku van êrişan rawestinînin.