Ewropî ji bihabûnê bihêrsin

Bihabûna pêdiviyên jiyanî û krîza gazê Ewropî daxistin qadan.
Welatiyên li Fransa, Almanya û Îtalyayê bertek nîşanî binirxbûna pêdiviyên jiyanî dan û ji rêveberên welat daxwaza alîkariyek hîn zêdetir kir.

Bilindbûn nirxê pêdiviyên jiyanî û krîza enerjiyê li bajarên Ewropayê dibe sedema protestoyan.

Welatiyên li Fransa, Elmanya û Îtalyayê li dijî vê yekê daketin qadan.

Li paytexta Fransa Parîsê, bi hezaran kes tevlî çalakiya li dijî bihabûnê bûn.

Xwepêşanderên ku li ser banga partî û sendîkayên çep daketin kolanan, daxwaza zêdekirina mûçe, backirina qezencê û gavên kêmkirina bandora enflasyonê kirin.

Di çalakiyan de polîtîkayên aborî yên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hatin rexnekirin û daxwaza rawestandina nirxê enerjî, berhemên bingehîn ên xwarinê û bihayê kirê hate kirin.

Ji sêyan yekê stasyonên benzînê yên welêt bi pirsgirêkên peydakirina sotemeniyê re rûbirû ne.

Piştî greva karkerên di rafîneyên petrolê de ji bo peydakirina benzînê carnan ajokar neçar dimînin ku bi saetan li bendê bimînin.

Li Fransayê enflasyon nêzî ji sedî 6 e.

Almanya: Ji bo hejaran alîkariya lezgîn

Roja şemiyê li Almanyayê zêdebûna bihayê enerjî û xurekê hat protestokirin.

Komek ji 200 kesan li ber ofîsa Serokwezîr Olaf Scholz kom bûn û banga piştgiriyê ji bo welatiyên hejar kirin.

Platforma Kampanyayê destnîşan kir ku heta dawiya 2021’an ji sedî 20’ê zarok û ciwanên û ji sedî 16 kesên temen mezin yên li Almanya wê di bin bandora xizaniyê de bin.

Li Roma jî welatî li dijî bihabûnê meşiyan

Li paytexta Îtalya Romayê jî çalakî hebû.

Komeke welatiyên li hev kom bûn, bilindbûna bihayê gaz û elektrîkê û başkirina alîkariyê kirin.

Bandorên şer, krîza xwarinê û enflasyonê fikaran li ser tevliheviya civakî li welatên pêşkeftî yên Ewropî zêde dike.

Pispor hişyariyê didin û siyasetmedar jî li rêyekê digerin.

Back to top button