Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk birîna avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke çek û gefekê bikartîne û bi vê yekê dixwaze gelên herêmê teslîm bigire.
Bayik da zanîn birîna avê sûcekî şer û mirovahiyê ye û da zanîn dewleta Tirk ji bêdengiya navnetewî jî feydê dibîne û got “divê gelên herêmê û raya giştî ya cîhanê vê yekê qebûl neke.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa 2’emîn a bernameya taybet a Stêrk TV de êrîşên dewleta Tirk û qutkirina avê ji ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li ser Şengalê nirxand.
Bayîk, bal kişand ser qutkirina ava çemên Firat û Dicle û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî gelên herêmê sûcên şer dike.
Bayik diyar kir ku dewleta Tirk birîna avê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke çek û gefekê bikartîne û bi vê yekê dixwaze gelên herêmê teslîm bigire.
Bayik wiha got,
Qutkirina avê sûcekî şer û mirovahiyê ye. Divê gelên herêmê vê yekê qebûl neke. Divê hêzên navnetewî jî xwedî li qanûnên xwe derekevin. Ger xwedî li qanûnên xwe dernekevin dibin şirîkê sûcên dewleta Tirk.”
Bayik: Divê Êzidî û her kes li xweseriya Şengalê xwedî derkevin
Cemîl Bayik, derbarê plana dagirkirina Şengalê de jî diyar ki komploya ku dewleta Iraqê, PDK û Tirkiye li ser gelê Şengalê didin meşandin şaştiyek mezin e û wiha dewam kir:
” Ew tifaq li ser şaşitiyeke mezin pêk hat. Yê ku li Êzidiyan xwedî derneketin, yê ku Êzidî teslîmî qirkirina DAIŞ kir, Iraq û Hewlêr e. Lewma gelê Êzidî wê qebûl nake.”
Bayîk bang li hemû civaka êzîdî û her kesî kir ku li xweseriya Şengalê xwedî derkevin.
Bayik: Pêngavê encamên gelek girîng derxistiye holê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişande li ser pêngava Dem Dema Azadiyê a ku li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê hatiye despêkirin jî wiha got,
“Faşizim ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilat Navîn û Mirovahiyê jî xeter e.
Ev pêngav gelekî bi pêş ket û gelek encam jî afirand. Lê belê divê hîn xurtir bê meşandin.”