HPG: Li Heftenîn û Xakurkê 5 çeperên dijmin û radarek hatin rûxandin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li her derê bi çalakiyên mezin derb li ser derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin. Nexasim artêşa dagirker ya ku hewl dide qadên Heftenîn û Xakurkê dagir bike li van herêman windahiyên mezin dide.

HPG’ê ragihand ku li Heftenîn û Xakurkê di encama çalakiyan de 5 çeper û radarek hatiye rûxandin, gelek leşker jî hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Haftenînê a li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Heftenîn dane destpêkirin û çalakiyên li qadên din daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

“Hêzên me yên parastina hewayî, 19’ê Hezîranê li Girê Şehîd Bêrîvan, 28’ê Hezîranê li Girê Dupişka û 1’ê Tîrmehê jî li devera Xantûrê li dijî dagirkeran ji hewayî ve çalakî kirin.

1’ê Tîrmehê saet 16:00’an hêzên me li devera Xantûr li dijî dagirkeran çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin girtin. Piştî çalakiyê hêzên me du caran bi yekîneyên dijmin re şer kirine.

Hemwext hêzên em li dijî yekîneyên dagirker ên li Girê Şehîd Adar çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li dijmin hate xistin, leşkerek hate kuştin.

Heman rojê saet 17:00’an hêzên me li devera Girê Dupişka li dijî dagirkeran çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 5 çeper hatin rûxandin û gelek leşker hatin cezakirin.

26-30’ê Hzîranê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker a li devera Xantûrê de hevrêyên me yên bi navê Şoreşger û Welat şehîd bûne.

Di daxuyaniya xwe ya 28’ê Hezîranê de me ragihandibû ku di şerê li Şeşdara de hevrêya me ya bi navê Sema şehîd bûbû. Hevrêya me piştî ku di şer de birîndar dibe, dîl dikeve destê dijmin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî radara li Girê Şehîd Axîn a herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de radar hate rûxandin.

29’ê Hezîranê saet 23:00’an hêzên me li dijî wesayîteke zirxî ya li ser rêya Gever a Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Di vê çalakiyê de hevrêyê me Partîzan ê bi lehengî şer kir, şehîd bû.”

Back to top button