Li Silêmaniyê pêşengeha 5. a pirtûkan a navneteweyî destpê kir

Pêşengeha 5’emîn ya Pirtûkan a Navdewletî ya Silêmaniyê îro destpê kir.
Di pêşengehê de, bêtirî milyonek berhemên nivîskî hene.
Pêşengeh wê di 10 rojan de dewam bike.

Li Hola Pêşengehên Navneteweyî ya li Tasluxe ya parêzgeha Silêmaniyê 5. Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî destpê kir.

Di derbarê mijarê de Cîgirê Rêveberiya Pêşengehê Şewqî Umer axivî û got:

“Festîval îro bi beşdarbûna 200 navend û weşanxaneyên ji 20 welatan destpê kir û zêdetirî milyonek berhem derbas kiriye.

Di pêşengehê de pirtûkên di warên cuda cuda yên weke çandî, olî, hunerî, siyasî, aborî û warên cuda de hatine pêşandan.

Tê pêşbînîkirin ku îsal li gorî salên borî rêjeya serdanan gelek zêdetir be.

Ji ber ku pêvajoya perwerdeyê dest pê nekiriye û welatî zêdetir derdikevin.”

Ji beşdarvanên Pêşengehê Gona Enwer jî di derbarê heman mijarê de ev tişt anî ziman:

“Vekirina pêşengehên wiha pêwîstiyeke ku di roja me ya îro de gelek giringe.

Medya civakî dewsa gelek tiştan girtiye, lewma divê pirtûk zêdetir bên çapkirin.”

Gona Enwer diyar kir ku baş e di roja yekem de ev qas mêvan beşdar bûne, ev jî nîşan dide ku hîna xwendevanên me yên ji zanistê hezdikin hene.

Back to top button