Rayedarên Amerîkî têkildarî Kurdan xwe dispêrin derewên Tirkiyê

Lêkolînerê Amerîkî Michael Robin diyar kir ku, rayedarên Amerîkayê agahiyên şaş ên têkildarî Kurdan ji dewleta Tirk digirin.

Lêkolînerê Amerîkî yê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî (AEI) û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Robin got:

“Rayedarên Amerîkî yên di dozên girêdayî dewleta Tirk û gelê Kurd de dixebitin, bê ezmûn in û xwedispêrin derewên Tirkiyê û li rastiya agahiyan nakolin”.

Robin da zanîn, tiştên ku ev rayedar li ser PKK’ê dizanin jî, encamên pêngavên reşkirinê ne ku dewleta Tirk bi salan li dijî Kurdan dimeşîne.

Lêkolînerê Amerîkî destnîşan kir ku, ji bo guhertina nêrîna Waşington û rakirina PKK’ê ji lîsteya terorê, pêdivî bi gaveke cidî heye.

Back to top button