Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser yekem car budceya sala 2021’an piştî civînekê pesend kir.
Meclis budceya xwe li gorî “Budceya xebitandinê”, “Budceyên veberanîn” û “dahatuyan” dabeş dike.
Rêveberiya Xweser dê 7 hezar derfetên kar peyda bike
Her wiha Desteya darayî jî weke gavekê ji bo kêmkirina bêkariyê, wê 7 hezar derfetên kar di sala 2021’an peyda bike.
Li ser mijarê, Şêwermendê Qanûnî yê Desteya Darayî Mihemed Bekir ji Ronahî re diyar kir ku budeceya 2021’an 206 milyar û 639 milyon û 950 hezar e..