Li bajarê Qamişlo rojbûna Hz Mihemed bi merasîmekê hat pîrozkirin.
Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rojbûna Hz Mihemed merasîmek li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, endamên Kongra Star, şêniyên ji ol û baweriyên cuda yên herêmê amade bûn.
Piştî rêzgirtinê, serokê Nivîsgeha Al El-Beyt a Hesekê Nasiredîn Cinêd çend ayetên Qurana pîroz xwendin.
Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed El Xerezanî jî diyar kir ku ew hêvî dikin ku bi rojbûna Hz Mihemed misliman bi rêgezên îslamê û reftarên nû tevbigerin.
Li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî got:
Hz Mihemed her tim bang li mirovahiyê kiriye, lê niha rêxistinên terorane û dewleta Tirk a dagirker jî di nav de di bin navê îslamê de binpêkirin û sûcan dijî gelan dikin, bi vê yekê jî hewil didin navê ola îslamê reş bikin.
Piştî axaftinana sirûdên îslamê hatin vegotin û şîranî hat belavkirin.