Êrîvanê ji bo herêma Qerebaxê peymanek aştiyê pêşkêşî bakû kir

Ermenîstan û Azerbeycan di mijara herêma Qerebax a Çiyayî de, heta niha çareseriyek nedîtine.
Êrîvanê ji bo çareseriya li herêma Qerebax a 2020’an bi şer winda kirî, pêşnûmeya aştiyê pêşkêşî Bakûyê kir.

Êrîvan û Bakû li ser herêma Qerebaxa Çiyayî heta niha negihiştine encamekê.

Rêveberiya Ermenîstanê êdî dixwaze bi peymanekê ji rewşa heyî re çareseriyekê bibîne.

Li gorî nûçeya ajansa TASS a Rûsyayê, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemeniyê ya îro de li ser mijarê daxuyanî da.

Ajansa Reuters ê jî ragihand ku Ermenîstanê ji bo herêmê peymanek pêşkêşî Serokomarê Azerbeycan Îlham Aliyev kiriye.

Azerbeycanê di sala 2020’an de bi operasyoneke leşkerî beşek ji Qerebaxa Çiya kontrol kir.

Dema ku şer bi înîsiyatîfa Rûsya û welatên din qediya, şerê li sînor dem dem pêk hatin.

Piştî girtina rêya Laçîn ya weke tekane rêya Ermenîstanê bi Azerbeycanê ve girê dide hate girtin careke din alozî zêde bûn.

Qerebax – Herêma nayê parvekirin

Herdu welatên cîran di salên 1990-2020’an de ji bo herêma Qerebaxa Çiya du caran ketin nava şer.

Di şerê 2020’an de derket û 44 rojan dom kir de bêtirî 6 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şerê ku Azerbeycanê jî ji bo wê piştevanî ji Tirkiyê wergirt, bi navbeynkariya Rûsyayê bi agirbestê bi dawî bû.

Di encama peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya Moskowayê pêk hat, Azerbeycanê beşeke girîng ji axa di bin kontrola Ermenîstanê ya li Qerebaxa Çiya de paşde girt.

Rûsyayê jî hêzên aştiyê li herêmê bi cih kir.

Lê belê li herêmê alozî dewam kir.

Ji bo ev alozî bi dawî bibe, di navbera aliyan de li Brukselê hevdîtin hatin kirin.

Aliyan li ser peymana aştiyê ya paşerojê jî li hev kirin.

Di şerê 1990’an de jî nêzî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button