Niştedagirgehên Israîlî rêxistinên mirovî biryara Emerîkî şermezar dikin

Piştî biryara Emerîka ya rewabûnû dide dagirkeriya Îsraîlê li Filîstînê, bertekên cur bi cur derketin holê.
NY û Xaça Sor nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan.

Berdevkê ofîsa NY ya mafên mirovan diyar kir ku em helwesta xwe der barê rawabûna dagirkeriya Îsraîlê li Filîstînê neguharin.

Berdevkê ofîsa NY ev biryar weke binpêkirina qanûna navdewletî bi nav kir.

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor jî ragihand ku siyaseta rewabûna dagirkeriya Îsraîlê li dijî bendên sereke yên qanûna navdewletî ye û got:

Biryara dawî ya Emerîkayê jî, helwesta me naguharîne.

Duh jî, Rêxistina Efûya Navdewletî ev yek red kir û ragihand ku ev yek binpêkirina qanûna navdewletî derbas dike û digihê asta sûcên şer.

Leave a Reply

Back to top button