Li Çînê hilbijartina dîrokî: Xi Jinping cara 3. Bû serokê welat

Kursiyê deshilata Çînê li serokê welat Xi Jinping xweş hatiye.
Xi Jinping di Kongreya Netewî ya Gel de ji bo cara sêyemîn hat hilbijartin.
Ji bo cara 3. jî Xi bibe serok 2018’an qanûna ku dema wezîfeyê sînordar dike betal kiribû.

Serokê Çînê Xi Jinping ji bo dewreya xwe ya sêyem a pênc salan erêkirina Kongreya Neteweyî ya Gel wergirt.

Di rûniştina ku li parlementoyê hat lidarxistin de, bi giştî nêzî 3 hezar endamên kongreyê dengê xwe dan Xi.

Xi ku di sala 2013’an de dest bi serokatiyê kir, rêziknameya qanûnî ya ku heyama herî zêde ya wezîfeyê di 2018’an de sînordar dike betal kir.

Vê yekê jî rê li ber erokatiya heta hetayî vekir.

Piştî damezrênerê Komara Gel a Çînê Mao Zedong, bû serokê herî bi hêz di dîroka welêt de.

Xi yê 69 salî di meha cotmehê de ji bo 5 salan careke din ji bo posta Sekreterê Giştî yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê, ku yekane partiya li welêt e, hat hilbijartin.

Kesên nêzî Xi, yên ku rêgezek serweriya otorîter dişopînin, di heman demê de tê çaverê kirin ku di rûniştina salane ya parlamentoyê de, wê heta Duşemê bidome de, werin hilbijartin an jî di postên sereke de werin tayîn kirin.

Di rûniştina sibê de tê payîn ku serokê rêxistina partiya Şanghayê Li Kiyang bibe serokwezîr û li şûna Li Kiçiyang were tayînkirin.

Di dawiya hefteyê de jî wê ji bo cîgirên serokwezîr, parêzgarê banka navendî û wezaretên cuda wezîfe bên kirin.

Xi wê roja Duşemê, piştî pêvajoya parlamentoyê, di Kongreya Neteweyî ya Gel de axaftinekê bike.

Back to top button