Margret Owen: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Li Kurdistanê û derveyî welat hêrs û nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo zêde dibe. Hiqûqnasa Mafên Mirovan Margaret Owen li dijî tecrîdê bertek nîşan da û anî ziman li gorî pîvan û hiqûqa navneteweyî divê Rêber Ocalan bê berdan.
Jinên Wanê jî dan zanîn ku tecrîda li dijî Rêberê Apo dibe sedema zêdebûna şer.

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû civakê dike.

Hiqûqnasa Mafên Mirovan a xwedî tecrûbe Margaret Owen  li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ji ANF’ê re axivî ..

Margaret dibêje : “Tecrîda li ser Rêber Ocalan gihîştiye asta êşkenceyê..

Peymanên NY, biryarên (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê)û(Peymana Mafên Mirovan a Ewropay)
,pîvanên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî hatine binpêkirin.

18 meh in em li ser rewşa wî ya tenduristiyê tiştekî nizanin.

Rêberê Apo yek ji mirovên herî xurt ên dîroka mirovahiyê ye.

Di girtîgehê de dinivîsîne û hewl dide pirsgirêkan çareser bike.

Rêber Ocelan aktorê bingehîn ê çareseriya şerekî giran e.”

Margaret destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo azadiya mirovên li herêmê hemûyan têdikoşe.

Jinên Wanê : Tecrîda li ser Rêber Apo dibe sedema zêdebûna şer

Jinên Wanê jî der barê polîtîkayên şer û tecrîdê de nirxandin kirin.

Jina bi navê Ayten Salgir da zanîn ku dewleta Tirk ya dagirker bi êrîş û tecrîdê dixwaze civakê bê vîn bihêlin.

Aytenê daxuyakirin ku tecrîd ne tenê li ser Rêber Ocalan li ser hemû gel e.

Back to top button