NY’yî DIVÊ IRAQ POLÎTÎKAYÊN XWE JI BO PARASTINA KÊMNETEWAN PÊŞ BIXE

Komîteya Têkoşîna li Dijî Cihêkariyê ya Iraqê ku girêdayî Desteya mafê mirovan a Netewên Yekbûyî bi tevlîbûna Saziyên Civaka Sivîl a Navnetewî li buroya Cenevre ya NY’yê civiya.

Di civînê de bal hate kişandina ser rewşa kêmnetew û baweriyên cuda yên li Iraq, Qeter û Hindûrasê.

Di axaftinên li ser navê saziya civaka sivîl a koma bi navê Mînoroty Rîghts wiha hat gotin:

“kêmenetewên li Iraqê ji dewlemendên welat sûdê wernagirin.

Kêmenetew û baweriyên cuda yên li Iraqê di bin gefa êrîşan de ne.”

Navenda Cenevre ya Navnetewî ya ji bo Edaletê jî destnîşan kir ku ti demê hikûmeta Iraqê li gorî peymana navneteweyî ya ku kêmenetewan diparêze tevnegeriyaye.

Her wiha bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku polîtîkayên xwe yên ji bo parastina kêmenetew û baweriyên cuda, pêş bixe.

Leave a Reply

Back to top button