Şaredariyên gel ên Dirbêsiyê û Çilaxa xebatên xizmetguzariyê didomînin

Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat û projeyên xwe bi xurtî didomînin.
Li gor plansaziya vê demê giranî ji bo qîrkirina rêyan û firehkirina torên avê û kanalîzasyonê hatiye dayîn.

Li navçeya Çilaxa ya Qamişlo Şaredariya Gel amadekariya projeya firehkirina tora avê bi dirêjiya 650 metreyan dike.

Her wiha, şaredariyê plansaziyek ji bo projeya xweşikkirina peyarêyên rêya sereke ya navenda navçeyê û ji bo qîrkirina kolanên navçeyê danî.

Hevseroka Şaredariya Gel a Çilaxa Firyal Qesûm diyar kir ku xebatên paqijî û komkirina sergoyan ji tax û sûka navçeyê û çaksazkirina kanalîzasyonan xebatên rojane yên şaredariyê ne û got:

“Tîmên şaredariyê hin bîr û torên avê çaksaz kirin, ku pirsgirêka avê li navçeyê bi rêjeya ji sedî 95 hat çareserkirin.”

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî Şaredariya Gel li gor daxwazên şêniyên gundê Qermaniyê projeya qîrkirina rêya gund bi dawî kir.

Tîmên şaredariyê berî çend rojan jî rêya di navbera çerxerêya gundê Qermaniyê heta rêya rojhilatê gund qîr kir.

Back to top button