Li Haîtîyê di encama êrîşên çeteyan de 3 hezar û 600 girtî reviyan.
Rewşa Awerte hat ragihandin.
Çeteyên çekdar ên ku avêtin ser Girtîgeha Croix des Bouquets a li paytext Port-au-Prince, bi hêzên ewlehiyê re pevçûn derket.
Di pevçûnan de 3 hezar û 600 girtî ji girtîgehê reviyan û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyanîya ku ji aliyê hikumeta Haîtîyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku rêxistinên sûc di saetên serê sibê de êrîşî girtîgehê kirine û di encama berxwedana polîsan de kesên çekdar ji herêmê revîyane.
Li aliyê din hat parvekirin ku di girtîgeha ku çeteyan bi ser wan de girt de 17 welatiyên Kolombiyayê hene û hikûmeta Kolombiyayê bi rayedarên Haîtî re di nava têkiliyê de ye.
Li gorî çapemeniya herêmê, di êrîşên 3 rojên dawî de ji bilî mirina 4 polîsan, bi dehan kes jî birîndar bûne.
Bi hezaran kesên ku ev demek e ji bo îstifakirina Serokwezîr Ariel Henry protesto dikin, gelek caran rastî polîsan tên.