Li Îranê dê hilbijartin di tura 2’yemîn de bidome

Tevî kontorola namezetên oldarên tundrew li Tahranê hilbijartinên di navbera 30 parlamenteran de di tura duyemîn de bidome.
Di tura ewil de ji ber ji sedî 20 hejmarê pêwîst nehat bi dest xistin nivê heremên hilbijartinê dîsa berê xwe bidin tura duyemîn.

Di 1’ê Adarê de li Îranê hilbijartina parlementoyê hate lidarxistin.

Lê ji ber tevlîbûna kêm a hilbijartinê du car dema dengdanê hat dirêjkirin.

Li gor amarên despêka şoreşa Îranê ve cara yekeme evqas kêm welatiyên Îranê tevlî hilbijartinê dibin.

Rêjeya tevlîbûnê ewqas kêm bû ku desthilat Îranê jî nekarî wê yekê veşêre.

Ji xwe ragihandina fermî ya Îranê jî tevlîbûna kêm a ji bo hilbijartinê piştrast kir.

Tevî kontorola namezetên oldarên tundrew li Tahranê hilbijartinên di navbera 30 parlamenteran de di tura duyemîn de bidome.

Di tura ewil de ji ber ji sedî 20 hejmarê pêwîst nehat bi dest xistin nivê heremên hilbijartinê dîsa berê xwe bidin tura duyemîn.

Komîsyona hilbijartinê ragihand ku li Tahran û 15 wîlayetên Îranê derbasî tura duyemîn bibin.

Li gorî wê ji sala 1979’an ve cara yekeme bi rêjeyek evqas kêm tevlîbûn ji hilbijartinên parlementoyê re çêdibe.

Li Îranê welatiyan daxwaza guhertina pergalê dikin

Li gorî amarên ne fermî rêjeya tevilbûnê ji sedî 41 bû.

Lê aliyên muxalefetê diyar dikin ku rêjeya heyî hîn kêmtire.

Li gorî muxalefeta Îranê, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gelek kêmbû, navendên dengdanê hemû vale bûn û ji ber vê jî gelek caran dema dengdanê hate dirêjkirin.

Yek ji sedema kêmbûna rêjeya dengdanê ew bû ku gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li desthilata heyî bêzarin û bi hilbijarinên wan bawer nakin.

Gel di vê baweriyê de ne ku divê li Îranê di sîstema heyî de guhertin çêbe.

Desthilata heyî jî hewil dida bi riya hilbijartinê rewabûna xwe nîşan bide.

Lê bi rêjeya kêm a hilbijartinê re eşkere bûye ku piraniya gelê li welêt piştgiriyê didin guhertina pergalê.

Hilbijartina li Îranê: Rêjeya tevlîbûnê gelek kêm bû

Back to top button