Mûstafa Karasû: PDK nefta başûr xistiye bin xizmeta xwe û dewleta Tirk de

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di nirxandinên xwe yên bi televîzyona Medya Haber’ê re rexne li siyaseta PDK’ê ya neftê û siyaseta xweferzker û navendî-parêz kir û got: “Gelê Başûrê Kurdistanê sûd ji dahata neftê nagire. Tenê Tirkiye û PDK jê sûd werdigirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di berdewama axaftinên xwe de, li ser hinardekirin û dahata nefta Başûrê Kurdistanê jî nirxwandinên girîng kir.

Karasû diyar kir PDK’ê nefta Başûrê Kurdistanê bi temamî xistiye xizmeta xwe û dewleta Tirk de.

“Divê mijara neftê baş were lêkolînkirin. Ev pereyê neftê çû kuderê û kî pê dewlemend bû?

Sedî 80’ê dahata nefta Başûrê Kurdistanê çûye Tirkiyê. Siyaseta li Başûr serwere aboriya Tirkiyê ser piyan digire.

Başûrê Kurdistanê bûye mêtîngeriya Tirkiye.

Karasû: PDK sedî 80’ê dahata nefta Başûr dide Tirkiyê

Ew dahata neftê ku sedî 80’ê diçe Tirkiye, sedî 20’ê mayî jî ji bo PDK’ê dimîne.

Tirkiye qirkirina Kurd dike, PDK jî hevparê qirkirina Kurd e.

Ne tenê di warê siyasî de, di warê aborî de jî piştgiriya herî mezin PDK dide Tirkiyê.

Lê, gelê Başûr ji vê neftê sodê wer nagire.

Mûstafa Karasû: Polîtîkaya PDK’ê ya li Iraqê şaş e

Li ser peywendiyên xirap yên bi hikûmeta federal a Iraqê re jî Karasû rexne li PDK’ê kir û got: “Eger bi Iraqê re lihevkiriban, dê gelê Kurd zêdetir sûd ji neftê girtiban.

PDK dahata neftê ji bo xwe digire, ew bûdceya ku Iraq dide herêmê jî, ji bo herêmên xwe digire û nade Silêmanî.

Dibêje her tişt ji bo min. Ev çavkaniya xwe ji siyaseteke şaş digire.

Polîtîkaya wan ya Ii Iraqê şaş e.

Divê pirsgirêkên xwe bi Iraqê re çareser bike. PDK Tirkiyê ji bo zextkirina li Iraqê bikartîne.

Eger PDK siyaseteke rast kiriba, dê niha li Iraqê bibandorbana.

Wê di demokratîzekirina Iraq’ê de bi bandorbana.

PDK dibêje bila herkes, YNK û hemû rêxistinên din bikevin bin kontrola min.

Di siyaseta wan de cidî girtina îradeya gelê herêmê nîne.

Karasû: PDK bi siyaseta neftê xizmetê ji gelê Kurd re nake

Karasû diyar kir ku PDK’ê bi siyaseta neftê xizmetê ji gelê Kurd re nekiriye, berovajiyê wê xizmetê ji dewleta Tirk a qirker re kiriye.

“Wê gelê Başûrê Kurdistanê encamên vê siyaseta şaş a PDK’ê binirxîne”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû dawiyê ev tişt got: “PDK çi ji wan pereyên neftê kir û da kî? Tenê derdora PDK’ê pê dewlemendbû, ji gel re jî tiştek nîne.

Helbet ev rewşa ku derket holê ji bo eşkerebûna rastiya PDK’ê girîng bû û dê civak vêya binirxîne.

Back to top button