“Ji bo pêşî li provakasyonên AKP-MHP’ê were gitin rewşa bêçalakiyê dirêj bû”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haber’ê û pêvajoya siyasî nirxwand. Karasû têkîldarî rawestandina çalakiyên gêrîla ev tişt got: “Ev biryar ji bo pêşî li lîstik û provakasyonên hevpeymaniya faşîst a AKP-MHP’ê were girtin hate dayîn”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haber’ê bû û gelek mijarên di rojevê de nirxand.

Mijara rawestandina çalakiyan ji aliyê gêrîlayan ve yek ji mijatên sereke ya bernameya taybet bû.

Karasû diyar kir ji bo pêşî li lîstik û provakasyonên hevpeymaniya faşîst a AKP-MHP’ê yên pêşiya hilbijartinê bigirin wan ev biryara dan û wiha got:

“Ev biryar heta astekî dê komployên AKP-MHP’ê vala derbixe.

Ji bo bi awayeke tendûrist îradeya gelên Tirkiyê derkeve holê, ev biryar hatiye dayîn.

Eger ne wisa be dibe ku ev desthilat her cûre provakasyonan bike.

Mûstafa Karasû: Divê sedema seknandina çalakiyan baş were fêmkirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku divê sedema rawestandina çalakiyan a KCK’ê baş were fêmkirin û wiha got: “Helbet pêwîste civak baş bê agahdarkirin, me çima û ji ber çi sedeman biryareke vî awayî daye.

Diyare baş nayê nîqaşkirin û fêmkirin.

Divê were zanîn desthilata AKP-MHP’ê bi şer û bi provakasyonan jiyan dike.

Ji ber girîngiya vê hilbijartinê û weke berpirsyariyekî li beramber gelên Tirkiyê, PKK û KCK pêwîst dît biryareke bi vî awayî bide.

Em dizanin AKP-MHP wê pêşiya hilbijartinê dîsa serî li her cûre provakasyonan bide.

Lê em bawer dikin ku bi vê biryarê re heya astekî dê pêşî li planên wan were girtin.

Dibe ev biryar gelek lîstikan ji niha ve vala derbixe.

Back to top button