Zenûbiya Artho: Avakirina YPJ’ê nameyek ji dijmin re ye

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina jinên Bêth Nehrên, Zenûbiya Artho salvegera 8`emîn a ‎damezirandina YPJ’ê pîroz kir û diyar kir ku Damezirandina YPJ’ê nameyek ji bo hemû dijminane ku ‎ew ê nikaribin vîna jinan bişkînin. Zenûbiya got: “ev yekîne ji bo hemû ‎pêkhateyan hatiye avakirin. ‎

Hêzên Parastina Jinên YPJ’ê, di 4’ê Nîsana 2013’an de li ‎bajarê Dêrikê bi dirûşmeya “Ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê xwe di nava YPJ’ê de ‎bi rêxistin bikin”bi ‎awayekî fermî hate ragihandin.‎

Ji fermandarên YPJ’ê Bêth Nehrên Zenûbiya Artho axivî û salvegera ‎‎8`emîn a damezirandina YPJ’ê pîroz kir û diyar kir ku YPJ’ê tu cudabûn naxe navbera pêkhateyan, ji lew re DAIŞ`ê û artêşa dagirker herêmên me dikin armanc.‎

Zenûbiya got:

Di sala 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê ketin gundên asûriyan, ‎jin revandin û şêniyên wê koçber kirin, lê YPJ’ê li ‎dijî DAIŞ`ê şer kirin û derbên giran li wan dan.

Jinên suryanî hebûna xwe ‎ya leşkerî, siyasî, civakî û aborî ava kir.

 

Zenûbiya Artho: YPJ ji bo hemû pêkhatiyan hatiye avakirin

fermandar Zenûbiya Artho bal kişand ser êriş û komkujiyên li dijî jinan û wiha domand:

Di dîrokê de gelek cureyên ‎destdirêjiyê li dijî jinan pêk hatiye, lê îro bi avakirina artêşeke taybet, bi jinan nameyek ‎gihand dijminan ku ew hene û tu kes nikare vîna wan tune bike.

Ji fermandaran Hêzên Parastina Jinên Bêth Nehrên Zenûbiya Artho bang li ‎hemû jinan kir ku hevgirtina xwe çêkin û cihê xwe di nava YPJ de bigirin û li dijî hemû gefan bisekinin.‎

Back to top button