Erdogan kesekî AKP’yî weke qeyûm kir emîdê Zanîngeha Posfor

Piştî şaredariyan, Erdogan berî da zanîngehan, xwendekar jî li dijî AKPyiyên Erdogan ku wan weke qeyûman li zanîngehan datîne, bi xwepêşandanan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li Stenbolê, duh xwendekarên Zanîngeha Posforê (Boğaziçi), li dijî biryara Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku Melih Bulu yê AKP’yî weke emîdê Zanîngehê erkdar kir, çalakiyê nerazîbûnê li dar xistin.

Polîsan bi gaza rondikrijê êrîşî xwendekaran kir, bi ser malên wan de girt û gelek ji wan jî binçav kirin.

Wekî tê zanîn, ji bo erkdarkirinên wisa, hilbijartin pêwîst e, lê Erdogan ji bo hemû saziyên dewletê bixe bin siya xwe, ev biryar bêyî vê gavê da û ew weke qeyûm kir emîd.

Back to top button