Tevî biryara rawestina çalakiyan ya hêzên gerîla, êrişên dewleta Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. HPG’ê ragihand ku gerîlayê bi navê Koçer Dogan di êrişa 7’ê Adarê de şehîd bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di 5 û 6’ê Nîsanê de 41 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Her wiha HPG’ê ragihand ku hêzên gêrîla li gorî biryara rawestandina çalakiyan tevgeriyane lê êrişê dagirkeriyê berdewamin û wiha got:
“Hêzên me li hemberî dijmin tu çalakiyan nakin ..
Lê dijmin bênavber êrişî hêzên me din ..