Artêşa Tirk gundên Şêrawayê topbaran kirin

Bê navber Artêşa Tirk êrişî herêmê dike .
Duh gelek gundên Şêrawayê rastî êrişên dewleta tirk hatin .

Duh derengî şevê Artêşa Tirk derdora gundê Dêr Cemal ê navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Beriya wê jî dagirkeran bi dijwarî gundê Aqîbê topbaran kirin.

Zêdetirî 20 guleyan hatine avêtin.

Danê êvarî jî gundê Bênê û daristandina gundê Soxanekê rastî êrişan hat

Di van demên dawiyê dewleta Tirk li ser hev gundê Şehbayê topbaran dikin.

Ji ber êriş û topbaranê ziyaneke mezin li welatiyan buye û jiyana welatiyan li wir zehemet bûye.

Back to top button