“Divê her kes tê bikoşe da ku tecrîd bi dawî bibe”

Malbatên şehîdan ên Kobanê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got :
“Divê em tê bikoşin heta ku tecrîda li ser rêber bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

Birayê şehîd Bawer, Hecî Gol Agasî diyar kir tecrîd li dijî qanûnên navnetweyî û mirovahî ye û got:

Tenduristiya rêber Abdullah Ocalan heta niha ne diyar e..

Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê qanûnan binpê dike ..

Mixabin rêxistinên mîna CPT bêdeng in ..

Hecî dawiyê tekez kir ku Rêber Apo ne bi tenê ye û em ê ji bo azadiya wî têbikoşin ..

Bavê şehîd Artêş, Fethî Elî dibêje :

Tecrîd, îsbat dike ku qanûnên hatine danîn, ji bo parastina sûcdaran e.

Ger ne wisa bûya, wê demê rêxistinên mirovî dê serdana girtîgehê bikirana ..

Divê her kes tê bikoşe da ku tecrîda li ser wî bişkîne.”

Back to top button