Li Helebê di encama topbaranê de endamekî hêzên hikûmetê hate kuştin

Şer û aloziya li herêmên dagirkirî û herêmên di bin serweriya hêzên Hikûmeta Şamê de dewam dike. Çavdêriya Sûriyê ragihand ku endamekî hêzên hikûmetê û efserekî îstaxbaratê hatin kuştin. Li Derayê jî, ji ber bermahiyên şer 5 zarok birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çekdarên Fetih El-mubîn nuqteyên hêzên Hikûmetê yên li Helebê topbaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku di encamê de endamekî hêzên hikûmetê hate kuştin.

Ji ber gulebaranê efserekî îstxbarata leşkerî hate kuştin

Li bajarokê Senemên yê Derayê jî çekdarên nenas efserek ser bi hêzên hikûmetê ve ku bi Îstixbarata Leşkerî re kar dikir, bi guleyan kirin armanc.

Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku di encama gulebaranê de efser hate kuştin.

Li Şêx Miskîn 5 zarok ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn

Her wiha li bajaroka Şêx Miskîn a Derayê jî mayînek ji bermahiyên şer teqiya û di encamê de 5 zarok birîndar bûn.

Back to top button