12 Sale her remezam firneya El-Nesir nan bê pere li şêniyan belav dike

Meha remezanê di nava civaka misilman de, meha xêrê ye.

Di vê mehê de, kesên xêrxwaz li gorî derfetên xwe nanê xwe bi kesên hejar re parve dikin.

Firneyeke taybet li bajarê Dêrikê ev 12 sale di meha Remezanê de nan bê pere li şêniyan belav dike.

Berpirs û xebatkarên firnê jî dibêjin ew bi keyfxweşî vî karê pîroz dikin.

Heta cîranê mirov birçîbe nabe zigê mirov têr be.

Ev yek ji xalên sereke yên nêzîkatiyên civaka misilmane.

Di meha remezanê de ku bi meha xêrê tê naskirin, her misilmanek li gorî derfetên xwe alîkariyê bi kesên hewcedar re belav dike.

12 sale ev firne di meha remezanê de nan bê pere li şêniyan belav dike.

Hisên Abdullah ku xwediyê firneya taybet ya ku bi navê El-Nesir tê naskirin ji detpêka sala 2008′ an jî her meha remezanê bê pere nan dide şêniyan.

Her wiha di dema topbarana dewleta Tirk li ser herêmê de, nan li koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî ku berê xwe dabûn Dêrik û Girkê Legê jî, belav kir.

Yek ji xebatkarên firneyê û berpirsê belavkirina nan Tariq Marûf, dibêje ku 17 torbe arvan para firneyê ye, lê
em 9 torbeyanên din dikirin da ku têra şênî û hewcedaran bike.

Gelek şênî jî berê xwe didin firneyê.

Ji ber ku nanê çêdikin pir başe û ji her malbatekê re 5 kîlo nan hatiye diyarkirin.

Firne di navbera saetên 14:00 û 17:00 an de vekirî ye.

Back to top button