Cotkar ji ber êrîşên dewleta Tirk, nikarin karê xwe bikin

Bi destpêkirina demsala çinînê re dîsa metirsiya cotkaran dest pê kir. Dewleta a dagirker ev çend roj in, dîsa dest bi kiryarên xwe yên ne mirovî kiriye û agir bi zeviyên şêniyên herêmê dixe.

Cotkarên gundên sînorî jî dibêjin, ji ber gef û êrîşên deswleta Tirk ew nikarin karê xwe bikin û bi kuştinû re rû bi rû ne. Şêniyên Mergeda ya Dêra Zorê jî ji bo parastina zeviyên xwe ji şewtandinê, komîteyek ava kirin.

Bi destpêkirina demasala çandiniyê re, şêniyên herêmê ji ber gef û kiryarên dewleta Tirk a dagirker, di nava metirsiyê de ne.

Dewleta Tirk ev çend rojin hem agir bi zeviyên şêniyên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dixe û hem jî cotkaran hedef digre.

Dewleta Tirk a dagirker duh jî agir berdabû zeviyên genim ên li gundên herêma Til Temir, Eyn Îsayê û Efrînê jî.

Li aliyê din Artêşa Tirk a dagirker bi salan e êrîşî şêniyên gundên li ser sînor dike û karê wan astang dike.

Duh li gundê Dêrna Axa yê girêdayî navçeya Çilaxa, cotkarê bi navê Mihyedîn Abdurezaq dema ku li nava zeviyên xwe bû, ji aliyê sekvanên dewleta tirk ve hat kuştin.

Pismamê wî Riyad Abdurezaq diyar kir ku herêmên sînorî her dem di bin gefên dewleta Tirk de û ew her dem bi êrîş û kuştinê re rû bi rû ne.

Riyad bang li NY’yê û aliyên peywendîdar kir ku kiryar û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, bi dawî bikin.

Şêniyên mergeda zeviyên xwe diparêzin

Şêniyên ku li benda komkirina berhemên xwe yên ceh û genim in, ji ber metirsiya şewtandina zeviyên wan ji aliyê dewleta Tirk ve, di nava hewldanên parastinê de ne.

Ji ber wê jî Şaredariya Gel a bajarokê Mergeda ya Dêra Zorê bi hevkariyan komîn û cotkaran ji bo parastina zeviyan, komîteyên parastinê û her komîteyek di nava gundê xwe de, parastina zeviyên xwe dike.

Hevserokê Şaredariya Gel Elî El-Xişman diyar kir ku ji bo bûyerên par dûbare nebin, ew li gorî derfetên xwe di nava amadekariyan de ne.

Back to top button