Leşkerên dewleta Tirk dîsa li bajarokê Rûbaroka Colemêrgê ciwan gullebaran kirin. Di êrişê de ciwanê bi navê Mehmet Dînc ji lingê xwe birîndar bû.
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker duh di saetên êvarî de ciwanekî li ber pezê xwe bû gullebaran kir.
Di êrîşê de ciwanê ji gundê Îsyan ê girêdarî bajarokê Rûbarokê ji lingê xwe birîndar bû.
Piştî êrîşê şêniyên herêmê Ciwanê birîndar Mehmet Tunç rakirin nexweşxaneyê.
18’ê Gulanê jî ciwanên bi navê Şahap Şendol û Celîl Ekîncî li Rûbarokê ji aliyê artêşa Tirk ve hatibûm gullebarankirin.
Şahap ji destê xwe û Celîl jî ji zikê xwe bi giranî birîndar bûbûn û ew rakiribûn nexwenxaneya Dihokê.